Posted by: ramazanbey | 20 Feb 2009

Hevalek

Ba ji boy xwe tozek dibîne.
Hemu xiyal ji boy xwe cendekek…

*
Tiştek é zu neyn ditiné hevale ke

*

Wek çivîka firandiné, wek mesîya sobahî hinbun… marti1
*
Lé me hunerek é piçûk bîrkir: jîyanek wek mirovan…

Remé Pirbela…

Posted by: ramazanbey | 03 Feb 2009

Gava ez ji te durkevim

Gava ez ji te durkevim;
Bi baxşine dibim wek giha.
Işk dibim, diçilmisim,
Bayé hesreté limin digre
Min davéje welata…

Gava ez ji te durkevim;
bibaxşine, dibim wek berxa.
Berxa ku bi kalînî dayika xwe digere.
Çavén min hergav te dixwaze.
Dibim wek pélistikék desté neyarâ.

Gava ez ji te durkevim;
Piçuk dibim wek zarokek,
Serma dikim, dicemidim,
Hurik hurik héstira dibarînim,
Hew ez dizanim halé xwe..

Gava ez ji te durkevim;
Kal dibim, kalek é pîré fanî
Bé ci û bé war dimînim.
Dileréze çoké min,
Hewciyé destek bi şefqet disekinim..

Gava ez ji te durkevim;
Halé xwe nizanim çawa béjim..
Nexwaşim,
Serxwaşim,
dihelim dilop dilop..

Bibaxşine;
nizanim ez çawa béjim..

03/02/2009 – 20:30

Remé Pirbela.

Posted by: ramazanbey | 02 Feb 2009

Deng Xwaşe

Her gav deng xwaşe
Deng é civîkan
nav gülistan.

Her gav deng xwaşe
Deng é keçikan
nav huristan.

Her gav deng xwaşe
Deng é biluré
nav pezistan.

Her gav deng xwaşe
Deng é eviné
nav kurdistan.

Her gav deng xwaşe
Deng é ozanan
nav helbistan.

Remé Pirbela

Posted by: ramazanbey | 21 Jan 2009

Rojek

Rojek benda hevalim
Hevalé çira évaré..

Rojek çav li réya me
Réya evindaré..

Rojek ser çiyanim
Çiya yén kurdîstané.

Her roj li dervame
Liber zulma neyaré.

Remé Pirbela

Categories

Follow

Get every new post delivered to your Inbox.